Jibo jin di revêbirinê de û di qadên civakî de pêtir çalak û xwedî erk bibin Meclîsa Jinan hat avakirin. Meclîsa ku di serokatiya hevşaredara me hat avakirin, civîna xwe ya yekem di salona meclîsa şaredariyê de pêk anî. Di civînê de Hevşaredar Adalet Fidan diyar kir ku dê Meclîsa Jinan di veguherandina civakî de bibe çav û guhên wan û ev axaftin kirin; " Em carna ew qas li ser kar û barên şaredariyê hûr dibin ku tiştên li derdora me diqewimin pê ahagdar nabin. Hewcehiya me bi alîkariyek sivîl heye, ji ber ku mirov bi tena serê xwe nikare her tiştî bike. Ev xebatek kolektîf e. Ev bi hev re xebat e. Ji îro pêde em ê bi Meclîsa Jinan re, bi we jinên bi nirx re mohra xwe li gelek projeyên civakî û xweşik bidin."

Piştî axaftina Hevşaredar Fidan, jinên tevlî civînê bûne nêrînên xwe anî ziman û herî dawî hemû jinên tevlîcivînê bûne li ber avahiya şaredariyê wêne kişandin.

Adalet FİDAN
Silopi Belediye Eşbaşkanı
Süleyman ŞAVLUK
Silopi Belediye Eşbaşkanı
Adalet FİDAN
Silopi Belediye Eşbaşkanı
Süleyman ŞAVLUK
Silopi Belediye Eşbaşkanı
Silopi